Peyama KONGRA GEL ya sala nû: Sala 2021’ê wê bibe sala azadî, çareserî û serketinê ya gelê Kurd

KONGRA GEL bi wesîleya sala nû peyamek weşand û sala nû pîroz kir.
KONGRA GEL diyar kir bi têkbirina faşîzma dewleta Tirk, wê sala 2021’ê bikin sala azadî û çareseriyê û da zanîn ji bo azadiya Rêber Ocalan û ya gelê Kurd, derfetên serketinê ji hemû deman zêdetire.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya sala nû ya 2021’ê peyamek weşand:

Di peyamê de hate diyar kirin di sala 2020’î de faşîzma AKP-MHP bi hemû derfetên dewletê êrişî gelên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê kir, tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir kir lê belê dîsa jî encam negirtin.

Hate gotin, li Başûrê Kurdistanê konsepta şerê teknîkê yê dewleta Tirk, li Heftanînê bi berxwedana gerîla hate pûçkirin û dewleta Tirk derbeke pir mezin xwar.

Kongra Gel di peyama xwe de bal kişande li ser krîza baorî û siyasî ya li başûrê Kurdistanê jî û wiha dewam kir;

“Dewleta dagirker a Tirk bi tifaqa PDK’ê dixwaze li Başûr şerê PKK’ê bike, di navbera PDK’ê û PKK’ê de şer derbixe. Gelê Kurdistanê di vê mijarê de pêwîst e pir hişyar bibe û ji bo şerekî bi vî rengî çênebe li ser PDK’ê zext bike.”

Kongra Gel peymana dagirkirina Şengalê jî bi bîrxist û got,

“Îsal tifaqa PDK’ê û hikumeta Bexdayê a li ser Şengalê çêbû. Ev ji bo gelê Êzdî fermana 75’emîn e. Ji bo gelê Kurdistanê jî şikestineke pir mezin e. Ji ber vê yekê jî pêwîst e gelê me di sala 2021’an de bi hemû awayî li Şengalê xwedî derkeve.”

Kongra Gel berxwedana gelê Efrînê jî silav kir û diyar kir gelê Efrînê li Şehbayê di nava şert û mercên giran de li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide.

Kongra Gel da zanîn tevî hemû êrişên dagirkeran, berxwedana Rêber Ocalan û ya Tevgera Azadiyê di sala 2020’an de mohra xwe li pêvajoyê xist û wiha pê dewam kir;

“Ji bo dewleta dagirker sala 2021’an, wê ji sala 2020’an xirabtir bibe. Biryara Tevgera Azadiyê a hemla ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dema azadiyê ye’ biryara herî dîrokî ya sala 2020’an e. Bi taybetî li zindanan ji bo azadiya Rêber Apo destpêkirina grevên birçîbûnê, di mezinbûna kampanya yê de wê bandoreke girîng bike.”

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel di dawiyê de diyar kir bi têkbirina faşîzma dewleta Tirk, wê sala 2021’ê bikin sala azadî û çareseriyê û da zanîn ji bo azadiya Rêber Ocalan û ya gelê Kurd, derfetên serketinê ji hemû deman zêdetire.

Back to top button