Komaleya Hiquqnasan: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe

Çalakiyên Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku li zindanên Tirkiyê dest pê kir, di roja 34’an de didome.
Federasyona Malbatên Girtiyan di diyar kir ku jiyana girtiyan di xetereyê de ye û divê şandeyek biçe Îmraliyê.
Komeleya Hiqûqnasên Azad û Parlamenterên HDP’ê jî diyar kirin ger rewşek neyîni li girtîgehan biqewime wê desthilat berpirsyar be.

Çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ya ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan bi koma 7’an di roja 34’an de didome.

Komeleya Hiqûqnasên Azad û Parlamenterên HDP’ê li Amedê têkildarî tecrîdê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azad yê Amedê Mûharrem Şahîn ve hate xwendin.

Şahîn diyar kir ku divê desthilat dawî li tecrîdê bîne, eger encamên neyînî ji ber greva birçîbûnê rû bidin wê desthilatdariya siyasî berpirsyarê wê be.

Şahîn bang li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê kir ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê û got, Divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekser bi cih bê anîn.

Federasyona malbatên girtiyan: jiyana girtiyan di xeteriyê de ye

Federasyona Malbatên Girtiyan-TÛHAD FED’ê rapora binpêkirinên mafan bi daxuyaniyekê parvekir.

Komaleyê diyar kir ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Her wiha hate gotin ku rêveberiyên girtîgehan kesên ku bi corona ketine derman nakin.

Di raporê de qala zext û binpêkirinên mafan hate kirin û ev tişt hate diyarkirin:

“Gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin di girtîgehan de bimînin û gelek girtiyên nexweş jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.
Li gelek girtîgehan rûmeta mirovayetiyê û şertên coronayê nayên naskirin û li ser girtiyan lêgerîna bi tazî tê ferzkirin.
Di çapemeniyê de jî hatiye diyarkirin ku bêyî biryara girtiyan girtî sewqî bajarên ji malbatên xwe dûr tê kirin.”

Komaleyê bang li rayedarên Tirkiyê kir ku tecrîda li îmraliyê û li hemû girtîgehan rakin.

Çalakiya gireva birçîbûnê ya mexmûrê di roja 13’an de ye

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî çalakiya gireva birçîbûnê bi koma 7’emîn di roja 13’an de didome.

Back to top button