QSD’ê li Hesekê çeteyek DAIŞ’ê girt

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê ragihand ku hêzên wan li Hesekê çeteyekî şaneyeke DAIŞ’ê girt.

Navendê di daxuyaniyê de dazanîn ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD’ê, di encama operasyoneke ewlehiyê de çeteyek şaneyên DAIŞ’ê girt.

Navendê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

“Piştî şopandina cihê çeteyê terorîst xwe lê vedişart, hêzên me ew girt.

Terorîst ji Hesekê ye û destê wê di êrişên li dijî hêzên me û sivîlan û saziyên Rêveberiya Xweser a Hesekê de hene.”

HAT’ê 4 kesên destê wan di tevliheviya Dêrazorê de hebûn girtin

Back to top button