PYD: Fikrê Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn rêya xilasiyê ye

PYD’ê salvegera 45’emîn a damezirandina PKK’ê li gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz kir û destnîşan kir ku fikrê Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn rêya xilasiya ji tevliheviyê ye.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê salvegera 45’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir û got:

“Damezirandina PKK’ê pêkanîna armanceke stratejîk a li dijî siyaseta qirkirinê ye.

Rêber Apo û PKK’e bûye heviya hemû bindestan.

Divê rêxistinên mafên mirovan û yên jinan û jîngehê tawana terorê ji ser PKK’ê rakin.”

KCDK-E: Têkoşîna 45 salan a PKK’ê pîroz be

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) jî bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Em 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz dikin.

PKK bû pêşengê vejandina gelê Kurd ku di qirkirinê de bû û hêviya azadiyê.

Di vê têkoşîna 45 salan de ku bi pêşengiya wê Rêber Apo bû.

Gel bi dirûşmeya “PKK gel e, gel li vir e” digêrin ji ber PKK’e hevi ye.”

Back to top button