Şêniyên Minbicê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir

Xelkê Minbicê bi boneya salvegera 45’emîn a damezirandina PKK’ê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin, her wiha şahiyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin.

Merasîm li goristana şehîdan a başûrê Minbicê li dar ket.

Di serî de hevserokê Meclisa Xeta Rojava ya Minbicê Mistefa El Şêx axifî û got:

“Damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK’ê bi seroketiya Rêber Apo bû bersiva zilm û faşîzma Tirk û siyasetên wê yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd.”

Di heman çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şahiyek li navenda tevgerê ya bajêr li dar xist.

Di serî de hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El Cemîlî axîfî û got PKK’e ji bo rojhilata navîn bû rê û domand:

“Serkeftinên me yên li Minbicê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî terorîzma DAIŞ’ê û faşîzma Tirk bi saya Rêber Apo bûn.

Ev partî partiya şehîdan, serkeftinan, fedakarî û têkoşîna li dijî koletiyê ye.”

Li kantona Qamişlo salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin

Back to top button