Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku HAT’ê 4 kesên girêdayî rejîma Sûriyê ne girtine.
Li gorî daxuyaniyê destê wan di tevliheviya li Dêrazorê de hene.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî operasyonê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hêzê de ev agahî hat parve kirin:
‘Hêzên me yên taybet (HAT) di 26’ê Mijdarê de di saetên sibê de 4 kesên girêdayî rêjîma Sûriyê ku li Dêrezorê tev li çalakiyên xirabkirinê bibûn, girtin.
Di encama xebatên domdar ên hêzên me de cihê 4 kesan hat tespît kirin û di operasyoneke serketî de ew kes bi çekên xwe ve hatin girtin.’
Li gorî daxuyaniyê ew kes ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatine fînansekirin ku armanca wan belavkirina fitne û xirabkirina ewlehî û aramiyê li herêmê bû.