Dayikên Aştiyê yên bajarê Tebqayê sûcên dewleta Tirk û yên dewleta Îranê şermezar kir û gotin ew ê têkoşîna li hember zulmê xurt bikin heta ku aştî li tevahî cîhanê pêk were.
Dayikên Aştiyê û yên şehîdan ên Tebqayê li Goristana Şehîdan kom bûn û daxuyaniyek dan.
Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fewziye El Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ruxmî karesata erdhejê dewleta Tirk ava Firatê li ser gelê Sûriyê qut dike û azarên wan zêdetir dike.
Di daxuyaniyekê de sûcên dewleta Îran ên qetilkirina jin, zarokan û jehrîkirina xwendekarên keç jî hatin şermezarkirin û hat gotin:
“Mafê me ye bi aştî bijîn, têkoşîna me ya ji bo pêkanîna aştiyê li tevahî cîhanê wê dewam bike.”
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo pêkanîna aştiyê erkên xwe bic bînin.