Li nêzî bajarê Barcelona yê Spanya qezayek pêk hat.
Di encamê de 155 kes birîndar bûn.
Li rawestgeha Montcada Reixac-Manresa ya li nêzî Bercelona ya li herêma xweser a Katalonya a Spanyayê trênekê ji paş ve li yekî din xist.
Piştî qezayê ekîbên agirkujiyê û tenduristiyê berê xwe dan herêmê.
Di qezaya ku pêk hat de rêwiyên trênan ji cihê bûyerê hatin veguhestin.
Hat ragihandin ku di qezayê de 155 kes birîndar bûne û ji wan 3 kes rakirin nexweşxaneyê.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Şîrketa Renfeyê ve ku li welêt xizmetên trênê yên dewletê dimeşîne de hat gotin,
Ji ber qezayê li hin xetan sefer ji bo demeke kurt qut bûye.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.



