Li Almanya hewildanên darbeyê!

Li Almanyayê hewildanên darbeyê weke bombeyekê ket rojeva welat.
25 kesên bi îdiaya plana hilweşandina hikûmetê dikirin, di serdegirtinên hemwext ên polîsan ên li gelemperiya welat de hatin binçavkirin.

Saziyên edaletê yên Almanyayê gotin “Me projeya êrîşê ya komeke rastgirên radîkal û komploger pûç kir.”

Li welat 3000 endamên hêzên ewlekariyê tevlî operasyonê bûne û 25 kes hatine binçavkirin.

Li gorî dozgeran ‘Wê vê koma biçûk a çekdarî ji bo ku bi şîddetê têkevin parlementoyê amadekariyên şênber dikirin.”

Wezîrê Edaletê Marco Bûshcmann li ser twîtterê daxuyanî da û got;

“Me operasyoneke mezin antî-terorîst kir.

Li gorî gumanên me, wê bi çekan êrîşî saziyên destûra bingehîn bihata kirin.”

25 kes hatine binçavkirin û biryar hatiye stendin ku 27 kesên din jî werin binçavkirin.

Back to top button