MSD komxebatekê li bajarê Minbicê li dar dixe

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, bi diruşmeya ”ber bi kongireyekî neteweyî ji bo gelên Cizîr û Firatê” komxebatekê li bajarê Minbicê li dar dixe.

Komxebatê bi beşdariya nûnerên hemû eşîrên Minbic û gundewarê wê, her wiha hemû pêkhate, siyasetmedar, nûnerên rêveberiya sivîl, rewşenbîr, hiqûqnas û oldaran, dest pê kir.

Komxebat bi armanca garantîkirina mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeke yekgirtî de û destekdayîna hevpariyê di dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û pêşxistina rêveberiyên xweser û yên sivîl, tê lidarxistin.

Tê zanîn berya niha MSD’ê 2 komxebat li bajarê Hesekê li dar xistibûn û biryar e di dema pêş de, li gelek deveran, komxebat werin lidarxistin.

Back to top button