Kadrî Saka :Ji bo şermezarkirina daraza Almanyayê di greva birçîbûnê de ye

Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka ku li Hambûrgê girtî ye, ji ber nêzîkatiya siyasî ya daraza Almanyayê ev hefteyeke di greva birçîbûnê de ye.

Di derbarê mijarê de parêzerê wî Îsmaîl Cengîz Kadrî Saka, got ku binçavkirina wî ne li gorî delîlên madî ye, ev 10 sal in li Bremenê li heman navnîşanê rûdinê.

Lê belê Dozgeriya Alman bi hinceta “gumana revê heye” wî girtiye û got ku ji ber ku pêşdarazî nêzî Kurdan dibin wî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Polîsên Alman di 16’ê Çileya 2024’an de bi ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê ya Bratî de girtin.

Bi ser mala siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka de jî girtin.

Polîsan mala Kadrî Saka wêran kirin û piştre Saka ji bo girtinê birin Girtîgeha Hambûrgê.

Kadrî Saka yê ji gundê Hespist ê navçeya Hezex a Şirnexê ye, di sala 1991’an de ji ber zextên dewleta Tirk hat Almanyayê û mafê penaberiyê xwest.

Kadrî Saka ku di nava civaka Kurd a Bremenê de tê naskirin.

Her wih ji aliyê polîs û daraza Alman ve rastî tacîzê hatibû û di dawiya sala 2022’yan de hatibû binçavkirin.

Back to top button