Serokê Rûsyayê Putin, serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî vexwend Moskovayê.
Li Bexdayê, duh Kazimî pêşwaziya balyozê Rûsya Maksîm Maksîmov kir, ê dawî jî peyama pîrozbahiyê ya Putin ku hikûmeta Kazimî ya nû pîroz dike, radestî Kazimî kir.
Li gorî daxuyaniya buroya Serokwezîrê Iraqê, Moskova Kazimî vexwendiye Rûsyayê û piştgiriya xwe ji bo Iraqê dubare kiriye.
Mistefa Kazimî jî spasiya vê yekê kir û anî ziman ku welatê wî her tim şanazî bi dostaniya nêz a Rûsayê di hemû waran de kiriye.