Çeteyên dagirker gundê Esediyê yê Zirganê topbaran dike

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên weke rojane li ser herêmê dewam dikin. di van kêliyan de çeteyên dagirker gundê Esediyê yê Zirganê topbaran dike. Her weha dagirkeran îro carek din bi çekên giran êrişî gundên Eyn Îsa jî kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe di van kêliyan de gundê Esediyê yên girêdayî navçeya zirganê topbaran dike.

Dagirkeran êrişî gundê Seyda, Mielek û Rêya M4 ên Eyn Îsa kirin

Her weha hat ragihandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda ê bakur rojhilatê Eyn Îsayê, gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 ên rojavayê navçeyê bi moşekan û çekên giran topbaran kirin.

Derbarê encama êrişan agahî nehatin bidestxistin.

Duh êvarê jî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyda, Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kiribûn.

Back to top button