Aram Hena: Tirkiyê sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi Ukraynayê digre û êriş dike

Li dijî êrişên ku li ser herêmê tên kirin Berdevkê QSD`ê Aram Hena bertek nîşan da .. Aram Hena diyar kir ku dewleta Tirk sûdê ji şerê Ukrayna – Rûsyayê digire da ku planên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Aram Hena da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze êrêkirinê bigre da ku êrişên nû li dijî herêmê pêk bîne û got :

“Ev yek tenê ji bo bikaribe berjewendî û planên xwe yên terorîst pêk bîne

Em dibînin ku dewleta Tirk bi aliyê rûsî – amerîkî ve diçe da ku planên xwe yên dagirkirinê zêdetir bike.”

Hena destnîşan kir ku Armanc ji êrişan ew e ku hîn zêdetir komkujiyan pêk bîne.

Aram Hena diyar kir ku aliyên navneteweyê yên li herêmê berpirsa binpêkirinên dewleta Tirk e, lewma em bang li civaka navneteweyî dikin ku helwestekê nişan bidin..

Berdevkê QSD`ê Aram Hena dawitê tekez kir ku QSD’ê di demên guncaw de bersiva jêdera êrişê didin.

Back to top button