Şandeya Hemasê li Misirê hevdîtin pêk anîn

Ji bo pêkanîna agirbestê û bi hev guhertina dîl girtiyên di destê Hemas û Îsraîlê de di asta navnetewî de xebat didomin.
Şandeyeke Hemasê li Misirê çend rojan hevdîtin pêk anîn.
13 Endamên Kongreya Amerîkayê ên Yahûdî ji bo agirbesteke demkî li Xezayê pêk were bang li Biden kirin ku bikeve nava tevgerê.
Neteweyên Yekbuyî jî derbarê rewşa li Xezayê de hişyariya xelayê da.

Têkildarî şerê li Xezayê, pêkanîna agirbestê û berdana dîl girtiyan di asta navnetewî de xebatên dîplomatîk dewam dikin.

Şandeya Hemasê ya bi pêşengiya Îsmaîl Haniye ku çend roj bûn ji bo rewşa li Xezayê li Misirê bûn, hevdîtinên xwe qedandin.

Şandeya Hemasê îro têkildarî serdana xwe daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şandeyê bi serokê îstixbaratê ya Misirê Ebas Kamil re çend caran civiyane û wiha hate gotin;

“Di civînan de rewşa li Xezayê, rawestandina êrişên hovane yên li dijî gelê Filistînê, vegera kesên ku ji cihê xwe hatine derxistin û pêkanîna alîkariyê ji bo bakurê Xezayê hate niqaşkirin.”

Amerîka: Hevdîtinên ji bo berdana dîl girtiyên li Xezayê erênî ne

Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Kirby duh derbarê rewşa agirbestê û berdana dîl girtiyan de daxuyanî da.

Kirby diyar kir di hevdîtinên ji bo agirbestê û bedana dîl girtiyan de pêşketin hene û got,

“Hevdîtin bi awayekî erênî didomin.”

Kirby da zanîn serokê Amerîkayê Joe Biden û Kordînatorê Rojhilata Navîn Brett McGurk çûne Îsraîlê bi serokwezîrê Binyamîn Netanhayê û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant re hevdîtin kirine.

13 Endamên Kongrê yên Yahûdî ji bo Xezayê banga agirbesta demkî li biden kirin

13 Endamên Kongreya Amerîkayê ên Yahûdî yên ji Partiya Demokrat nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re nivîsandin û ji bo Xezayê banga agirbesteke demkî kirin.

Derbarê mijarê de ji endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê Jerry Nadler li ser hesabê xwe yê fermî ev name parve kir.

Di nameyê de banga serbest berdana dîl girtiyên di destên Hemasê de û ji bo Xezayê agirbesta demkî tê kirin û wiha tê gotin;

“Di vê dema ku di navbera Hemas û Îsraîlê de danûstandin dewam dikin de, 6 welatiyên Amerîka jî di navê de bi mehane 134 kesên ku bi mehane dîl girtî ne û dirizin ji bo ku vegerin, em dixwazin ji bo agirbesteke demkî pêk were hûn bikevin nava hewldanan.”

Di civîna G-20 de îşaret bi çareseriya du dewletî hate kirin

Di civîna wezîrên karên derve yên welatên G-20 de li Brezilyayê hate lidarxistin li ser rewşa şerê li Xezayê û xeteriya şer ya li Rojhilata Navîn hate niqaşkirin.

Di civîna ku du rojan dewam kir de hate diyar kirin ji bo şerê Hemas û Îsraîlê îşaret bi çareseriya du dewletî hate kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Brezîlyayê Mauro Vieira piştî civîna du rojan daxuyanî da û got,

“Ji bo bi dawî bûna şer di mijara çareseriya du dewletî de yekdengî hebû.”

NY: Ji ber êrişên Îsraîlê û alîkariya kêm li Xezayê xeteriya xelayê heye

Li aliyê din Saziya Alîkariya Penaberan ya Neteweyên Yekbuyî (UNRWA) derbarê rewşa jiyanî ya li Xezayê de daxuyanî da û hişyarî kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ji ber êrişên Îsraîlê û alîkariya kêm li Xezayê her roja derbas dibe xeteriya xelayê zêdetir dibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Li Xezayê mîlyonek zarok rojane bi travmayan re rû bi rû dimînin. Alîkarî kêm tên, xwarin diqede û her gav dibe ku xela pêk were.”

Şerê Hemas û Îsraîlê 139 roj li pey xwe hişt

Back to top button