Artêşa dagirker gundên Rebîat û Til Werd topbaran kir

Duh weke her rojê herêmên me rastî êrişên dewleta qirker hat ..

Derengiya şevê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên rojavayê bajarokê Zirganê topbaran kirin .

Duh jî êriş li ser herêmê hebû..

kesê ku dibin qurbanê van êrişan jî sivîlin ..

Li gor agahiya duh derengiya şevê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Zirganê topbaran kirin .

Ew gund jî gundê Rebîat û Til Werd e.

Gelek mûşek li her du gundan ketin.

Lê heta niha tu agahiyên li ser ziyan û windahiyan bi dest neketin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Temirê topbaran kir

Heman wextî gundên Til Temirê jî rastî êrişan hat ..

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê El-Eboş û Dirdara yê bakurê Til Temirê topbaran kirin .

Balafirek şer a nenas li ser Minbicê digeriya

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistinê duh derengiya şevê dengê balafireke şer li asîmanê Minbicê hat bihîstin.

Lê heta niha ew balafir nehatiye naskirin.

Ev êriş hemû tên wê watê ku hêza bi navê Rûsya qaşo li herêmê gerantore ji van êrişan raziye.

Back to top button