Dagirkeran gundên Şehba û Şêrawa topbaran kirin

Dewleta Tirk bê navber êrişî herêmê dike.
Vê carê gundên Şehba û Şêrawa topbaran kir.

Dagirkeran duh derengî şevê derdora gundê Kiştear û Balafirgeha Minix ên Şehbayê topbaran kir.

Her wiha dewleta Tirk gundê Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa jî topbaran kir.

Derbarê ziyanan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Ev êrişên rojane li dijî herêmê li pêş çavên cîhanê teva tê kirin.

Kesên dibin qurbanên van êrişan jî sivîlin.

Back to top button