Berxwedana şêniyên wargehê di roja 7’an de didome

Berxwedana xelkê Mexmûrê tevî gef û tozbarînê jî dewam dike
Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê duh bi şev jî tevî gefên artêşa Iraqê û tozbarînê jî di konên berxwedanê de li ber xwe dan. 7 rojin bê navber xelê wargehê di nava berxwedanê dene.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike.

Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zerxê wesayîtên kar şandiye derdora wargehê. Artêşa Iraq heya niha di vê daxwaza xwe de bi israre.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike. Xelkê Mexmûr dibêjin ewê bi ti awayî nehêlin li ser daxwaza dewleta Tirk dora wan were têlkirin.

Duh carek din artêşa Iraqê kete nava liv û tevgerê, lê vê carê jî xelkê wargehê li ber vê yekê rabû û nehişt derdora wan were têlkirin.

Şêniyên wargehê carek din konên xwe yên berxwedanê vedan û li ber hewldanên têlkirinê rabûn.

Duh di nava leşkerên Iraqê de kesên bi kurmancî di axivîn hebûn û gef li xelkê dixwarin. Tevî vê jî xelkê wargehê dev ji berxwedana xwe berneda.

Duh bi şev li rexa gefên artêşê û hewldanên têlkirinê, toz jî bariya. Li wargeha Mexmûrê ba û tozek zêde hat û kesê nedikarî çavê xwe veke.

Şêniyan di konên berxwedanê stran gotin û heya siharê bi sekna xwe ya bi rumet li ber hewldanên dorpêçkirinê rawestiyan.

Xelkê wargehê dev ji konên xwe bernedan û heya danê siharê di konên berxwdanê de man.

Sekna xelkê wargehê ya dijî hewldanên dorpêçkirinê heya vê kêliyê jî dewam dike.

Hiqûqnas: Hikûmeta Iraqê peymanên parastina penaberan binpê dike

Back to top button