
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî li hember tecrîda li ser Rêber Apo bihêrsin û diyar kirin ku divê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.
Wek helwest jî ciwanên kurd li dijî faşîzm û tecrîdê wekrexnedayîn tev li nav refên gerîlabûn.
Zêdeyî du sale gelê kurd agahî li Rêber Apo nagre û tecrîdeke giran ev 24 sal e li dijî rêber Apo tê meşandin.
Taybet tecrîda giran a li ser rêber Apo ciwanên kurd bi hêrskiriye.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê û Yekîtîya Jinên Ciwan a herêma Efrîn û Şehbayê bi rojev tecrîdê di çarçovaya pêngava ” Cenga Azadîyê Serbixin ” de hat lidarxistin civînekê girseyî li darxistin.
Bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan tevlî civînê bûn. .
Di civînê de Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û Berxwedana Gerîlayên Azadîyê yê ku li dijî dagirkerîyê destanê qehramanîyê dinivîsînin bi berfirehî hat nirxandin.
Her wîha jinekê ciwan helwesta xwe da nîşan û soza xwe ya tevlî buna nava refên gerîlayên Azadîya Kurdistanê da.
Ciwanên Kobanê: Emê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê vala derxînin