Li Şehbayê Kongra Star û Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê 7 hezar belavok belav kirin.
Belavkirina belavokan 20’ê Gulanê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, hatibû destpêkirin.
Di 4 rojan de, li navçeyên Ehdas, Fafîn, Til Rifet, kampên Serdem û Berxwedan ên li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê 7 hezar broşûr hatin belavkirin.
Di roja 4’emîn û dawîn de, li navçeya Til Rifetê û saziyên sivîl zêdetirî 2 hezar û 300 broşûr hatin belavkirin.
Di broşûran de gotinên Rêber APO ên têkildarî azadî, demokrasî û azadiya jinan hatibûn nivîsandin.



