YBŞ: Di êrişa îro de mevanê me Seîd Eşûr şehîd bû, hevalekî me birîndar bû

Balefireke bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Xelef ê Şengalê êrişî malekî kir.
YBŞ’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku êriş li dijî mêvanxaneya wan pêkhatiye û got:
Di êrişê de mêvanê ji gundê Xanesorê Seîd Eşûr jiyana xwe ji dest da û hevalek me jî birîndar bû.
Têkildarî êrişê Meclîsa Erebên Şengalê û Xelkê Mexmûrê bang li dewleta Iraqê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk serweriya xaka xwe biparêze.

Têkildarî êrişê Yekîneyên Berxwedanê Şengalê YBŞ’ê daxuyaniyek da.

YBŞ’ê eşkere kir ku êriş li dijî mêvanxaneya wan pêkhatiye û ev agahî parve kirin:

“Di êrişê de mêvanekî me yê ji gundê Xanesorê Seîd Eşûr jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hevalekî me jî birîndar bû.”

YBŞ: Êrişên dewleta Tirk dewama qirkirina civaka Êzidî ye

YBŞ’ê bi bîr xist ev demeke dirêj êrişên xwe yên li dijî Şengalê zêde kirine û got:

Êrişa ku îro pêkhatî armanca dewleta tirk a dagirker nîşan dide.

Ev êrişa li hemberî civaka me yê Êzidî ne cara yekemîne û dewama qirkirina civaka me ye.

“bi van êrişan dixwazin pêşî li vegera koçberan bigirin”

Têkîldarî vê mijarê Meclîsa Erebên gundwarên Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser Şengalê hate şermezar kirin û wiha hate gotin:

“Bi van êrişan hewl didin pêşî li hatine koçberan bigirin.

Ev karekî siyasî ye, destê gelek aliyên siyasî tê de heye.”

“Divê Iraq serweriya xaka xwe biparêze”

Meclîsa Erebên gundwarên Şengalê diyar kir ku divê Iraq serweiya xaka xwe biparêze û bang li saziyên navneteweyî kir ku li hermber êrişa bibin xwedî helwest.

“Êrişa li ser Şengalê ji ya li ser Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê ne qut e”

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî jî li ser êrişê daxuyaniyek dan û wiha hate gotin:

“Em wek xelkê penaber ê wargehê çar roj in di berxwedaniyeke mezin de ne.

Ger ku îro Şengal hatiye bombekirin, ev yek ji êrişa li ser Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê ne dûr e.

Divê were zanîn êşa me gelê Kurd hemûyan yek e.”

Xelkê Mexmûrê ji ber êrişa li ser Şengalê xemgîniya xwe anî ziman û êriş şermezar kirin.

Back to top button