Nivîskar Letîf Fetîh: Li gel Tirkiyê Kurdên baş û xirab tune ne

Xelkê Başûrê Kurdistanê jî ji van êrişan ne razî ne. Nivîskar Letîf Fetîh Ferec û Nûnera Zerdeştiyan a li Wezareta Diyanetê ya Başûrê Kurdistanê Awat Husamedîn bertek nîşanî êrişan dan û banga boykotkirina malê Tirkiyê kir. Her wiha dayikên gerîla yên li Mexmûrê jî bang li PDK’ê kirin ku dev ji xiyaneta xwe berde.

Li hember êrişên dagirkeriyê ku Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, dengên nerazîbûnan bilind dibin.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Letîf Fetîh Ferec derbarê van êrişan û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re ji ROJNEWS’ê re axivî.

Fetîh dibêje ”Ji dema Osmaniyan ve dewleta Tirk dijbertiya Kurdan dike, li gel wî Kurdên baş û xirab tune ne.”

Awat Husamedîn: Malê Tirkiyê boykot bikin

Nûnera Zerdeştiyan a li Wezareta Diyanetê ya Başûrê Kurdistanê Awat Husamedîn jî anî ziman:

“Divê malê Tirkî neyê kirîn. Gazê welat jî nefiroşin wî. Gerek rê neyê dayîn ku Tirkiye esmanê Kurdistanê bikar bîne.

Eger ev zextane li ser Tirkiyê bê kirin wê neçar bibe rêzê ji Kurdistanê re bigire.”

Şêniyên Raniya: PDK’ê hebûna xwe bi Tirkiyê ve dibîne

Şêniyên navaçeya Raniya jî diyar kirin ku PDK hebûna xwe bi Tirkiyê ve dibîne, ji bo vê alîkariya êrişan dike.

Dayikên Gerîla: Bila PDK’ê dev ji xiyanetê berde

Dayikên gerîlayan yên li Mexmûrê jî bertek nîşanî êrişan dan û bang li PDK’ê kirin ku dev ji xiyaneta xwe berde.

Back to top button