Komîteya baweriyan a KCK’ê: Bêdengiya li hemberî zilmê, xerabiya herî mezin a li hemberî îslamê ye

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê cejna Remezanê li gelê Kurd û cîhana Îslamî pîroz kir.

Komîtê diyar kir ku cejn wateya , xwişk ûbiratî û jiyana wekhev e û got;

Bêdengiya li hemberî zilm û neheqiyê xerabiya herî mezin a li hemberî Îslamê ye.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Komîtê diyar kir ku gelên herêmê ên di nava çanda Îslamê de ne, cejna xwe di bin siya tûndî û kuştinê pêşwazî dikin û got;

Yê vê zilmê li gelan dike, desthilatên ku qaşo ji xwe dibêjin musilman in.

Eger em dixwazin cejnê di nava aramî û xweşiyê de pêşwazî bikin, wê demê pêwîste em li dijî van pergalên zordest hevgirtin û têkoşîna xwe bihêz bikin.

Xeta demokratîk a Îslamê jî têkoşîna li dijî zilmê li me ferz dike.

Ev yek herî zêde ji bo gelê Kurd pêwîst e.

Lewma Kurd her li nava civakên Musilman de, li hemberî êriş, komkujî û qirkirinê hewl dane hebûna xwe biparêzin.

Îro herî zêde, dîsa faşîzma Erdogan û Bahçelî di bin navê Îslamê de dîsa dixwazin gelê Kurd qir bikin.

Komîteya Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku di êrişên dawî de faşîzma Tirk hevkariya xwe li gel PDK’ê kûrtir kiriye û got;

Faşîzm dixwaze PDK’ê bike hevkarê siyasetên xwe ên qirker.

Eger îro dewleta Tirk van êrişên xwe binavê Îslamê dike, wê demê tişta ji gelê Kurd jî tê xwestin ev e:

Li dijî olperestiya faşîst a mêtingeriyê, têkoşîneke li ser xeta Îslama Demokratîk.

Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan temam êrîşên xwe yên li ser herêmên Şengal, Mexmûr, Rojava û Başûr berdewam zêde kirin.

Meha Remezanê li herêmên Kurêjahro, Şikefta Birîndara û Çiyayê Reş dest bi êrişên hov kirin.

Li hemberî vê jî weke bersiv rastî berxwedana mezin û fedaî ya gerîla hat.

Gerîlayên Kurdistanê bi baweriyeke mezin a azadiyê li berxwe dane û têdikoşin.

Ew bi hişmendiya, heta dewleta Tirk a qirker, mêtinger û faşîst neyê binxistin, em nikarin bi nasnameya xwe ya azad cejnê pîroz bikin, liberxwe didin.

Gelê Kurd îro bi pêşengiya gerîllayên bi berxwedaneke dîrokî dest bi vê cejnê kir.

Çawa ku tevahiya rojên Remezanê gelê me li qadan dengê xwe bilind kir wê ji niha û pê ve jî heman helwestê nîşan bide.

Bi baweriya ‘Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye’ wê têkoşîn were xurtkirin.

Back to top button