Siyasetmedarên Reqayê: Tirkiyê dixwaze li ser hesabê Sûriyê û Iraqê projeya xwe pêk bîne

Li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê zêde dibin.28 partiyên siyasî ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxwiyaniyekê diyar kirin ku divê hemû hevkarên dagirkerên Kurdistanê bê şermezarkirin.Siyasetmedarên Kurd ên bajarê Reqayê jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo vegerandina serdama osmanî, şerekî qirker dide meşandin.Şêniyên Qamişlo jî banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayan kir.

Li dijî van êrişan,siyasetmedarên ereb ên Reqayê jî jî xwedî hewlest in.

Serokê Nivîsgeha Têkliyan a Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mehmûd Bozan êrişên dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê weke qirkirin bi nav kir

Mehmûd Bozan bang li civaka navneteweyî, kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Li aliyê din Serokê Nivîsgeha Têkliyên Giştî ya Partiya Komarî ya Kurdistanê , Ehmed Nûrî jî bertek nîşan da û got:

“Dewleta Tirk li ser hesabê Sûriyê û Iraqê dixwaze serdema osmanî vegerîne.

Ehmed Nûrî bang li civaka navneteweyî kir ku li gorî pîvanên mafên mirovan tevbigerin.

Şêniyên Qamişlo banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kir

Şêniyên Qamişloyê jî li dijî êrişan nerazîbûn nîşan dan.

Back to top button