Ji 28 partiyan bang: Divê hevkarî bi hêzên dewleta Tirk re neyê kirin

28 partiyên siyasî û rêxistineke jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku divê hemû hevkarên dagirkerên Kurdistanê yên li dijî hêz û partiyên kurdî kar dikin, bê şermezarkirin.

28 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek hevpar dan.

Partiyan diyar kir ku dewleta Tirk êrişî Hêzên Parsatina Gel dike da ku gerîla tune bike û doza kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bê çareserî bihêle.

Partiyan bang li hêz û tevgerên kurdî kir ku li ser rêgez û nirxên diyar li hev bikin da ku di vê pêvajoyê de mafên gelê kurd û gelên herêmê misoger bibin.

Partiyan di daxuyaniyê de ev daxwaz kirin:

-Hevkarî bi hêzên dewleta Tirk re neyê kirin ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

-Platformeke koordîneyê ya hevbeş di navbera hêz û partiyên kurdî de bê avakirin.

-Xebat ji bo avakirina komîteyeke siyasî û dîplomatîk a hevbeş bê meşandin.

-Çareserkirina hemû nakokî û pirsgirêkên di navbera hêz û partiyên kurdî de bi rêya diyaloga navxweyî.

Back to top button