Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li ‘bakurê Iraqê’ ye

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku rêxistina wan a îstixbaratê li “bakurê Iraqê” ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan ku pêr çûbû Erebistana Siûdî, dema vegerê de ji rojnamegeran re axivî.

Erdogan, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişa ku bi PDK’ê re li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin û diyar kir ku rêxistina wan a îstixbaratê li “bakurê Iraqê” ye û got:

“Li wir di rêveberiyê de duserî heye, rewşa li bakurê Iraqê, rêveberiya navendî ya Iraqê jî heye.

Hevdîtinên me yên bi aliyan re bi rêya rêxistina îstixbaratê didome û hêvî dikim li wir jî encam baş bibe.”

Back to top button