“Jin, Jiyan Azadî”

Gefxwarin û êrişên hêzên rejîma Îranê nekariye kolanên welat ji xwepêşandêran vale bike.
Doh careke din li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan pêk hatin.

Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emîn û ji bo azadiyê, bê navber dewam dike.

Mamostayan serkêşiya xwepêşandanan kirin

Duh jî bi taybet bi pêşengiya mamostayan nerazîbûn hatin lidarxistin.

Bi taybet li bajarên Sine, Bane, Merîwan, Kamyaran û Kirmaşan xendevanan dibistan boykot kirin û dijî girtina xwendevan, mamosta û êrişên ser xwepêşandanan nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li Rojhilatê Kurdistanê agirê serhildanê hat geşkirin

Li bajarê Sine, Mahabad, Serdeş, Ûrmiye ciwanan li kolanan agir pêxistin û rê girtin.

Ciwanan li van herêmane wêneyên rejîma Îran bi taybet wêneyên rêberên komara Îslamî şewitandin.

Herwiha bê navber dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan.

Li gelek bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehê ketin grevê û xwepêşandan lidarxistin.

Xwendevanên keç û xort li kafeteryayên xwarinê bihevre xwarin xwarin.

Xwendekarên dibistanek Tahranê çalakî lidarxistin, lê hêzên rejîmê êrişî wan kirin û tê gotin gelek xwendekar birîndar bûne.

Piştî malbatên xwendekaran bi êrişî hesiyan, li ber derê dibistanê kombûn û nerazîbûna xwe nîşandan.

Duh bi şev bi taybet li bajarên Tehran, Bender Ebas û Zahîdan bi awayên cûda çalakî hatin lidarxistin.

Xwepêşandan bê navber dewam dikin û tê payîn îro jî li gelek bajaran xelk dakeve qadan.

Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê xwestin ji bo rêzdariya li şehîdan, îro her kes cilên Kurdî li ber bikin.

Back to top button