Li Stenbolê endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 32 kes hatin binçavkirin. Namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, bertek nîşanî binçavkirinan û tecrîda li dijî Rêber Apo dan û diyar kirin ku ji bo rewşeke demokratîk, divê tecrîda Îmraliyê rabibe.
Li aliyê din, Namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li oteleke li Sûrê, bi xebatkarên çapemeniyê re hatin ba hev.
Namzedên ku li hev civiyan têkildarî operasyonên siyasî û tecrîdê axivîn.
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy ku destpêkê axivî diyar kir tevî hemu astengî û êrişan ew ê bi hêza gel têkoşîna xwe geş bikin.
“Medyaya Kurd her dem di bin zext û zilmê de xebitiye”
Bi pişt re namzeda parlamenteriyê Sevîlay Çelenk axivî û bal kişand ser êrîşên li dijî çapemeniyê.
Sevîlay Çelenk diyar kir di nav sed salan de nêzîkê 100 rojnamevan hatine qetilkirin û got:
Medyaya Kurd her tim di bin zext û zilmê de xebitiye.
“Ev pêvajo di serdema AKP’ê de jî dewam kir.”
“Ev hilbijartin ji bo azadiya çapemeniyê jî dîrokî ne”
Namzed Cengîz Çandar ku piştî Sevîlay Çelenkê axivî, da xuyakirin ku ev hilbijartin ji bo azadiya çapemeniya li Tirkiyê jî dîrokî ne.
“Ji bo rewşeke demokratîk, divê tecrîda Îmraliyê rabibe”
Çandar li ser pirsa rojnamevanan a têkildarê pirsgirêka Kurd, bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got:
“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê rewşeke demokratîk û aştiya civakî bên çêkirin.
Rêya wê jî rakirina tecrîda li Îmraliyê ye.”



