“Navendên Siyasî, di ser Ocalan re ketine pêşbaziya propagandayê”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo û propagandayên li ser wî ên ji bo hilbijartinê daxuyaniyek weşand û got: Di pêvajoya hilbijartinê de navendên siyasî, di ser Ocalan re ketine pêşbaziya propagandayê. Buroya Hiqûqê bi bîr xist şert û mercên tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo didomin û ev nîqaş bêyî haya wî jê hebe tên kirin. Buroya ji her kesî xwest li gorî vê hesasiyetê tevbigere û banga demildest hevdîtinê bi Rêber Apo re kir. 

Ev 2 salan zêdetire bi tu awayî agahî ji Rêber apo nayê girtin û rewşa wî nayê zanîn.

Lê bi nêzbûna hilbijartinan re partiyên siyasî ên tirk rewşa Rêber Apo ji bo bidestxistina dengan bikar tînin.

Buroya Hiqûqê ya Sedalê têkildarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Buroya Hiqûqê destnîşan kir ku bi nêzbûna hilbijartinan re hin alî ji bo dengan serî li manîpulasyonan didin û wiha got:

“Birêz Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin û 25 meh in em tu agahiyê jê nagirin.

Lê tevî vê yekê jî, hin derdor rewşa birêz Ocalan dikin mijara dezenformasyonê.

Ji ber vê, em parêzerên wî neçar man ku têkildarê vê hin xalan belav bikin.”

Buroyê bi bîr xist, girtîgeha Îmraliyê ji roja hatiye avakirin heya niha armanca wê di warê ruhî û laşî de rizandina girtiyan e û lewma nayê qebûlkirin ku Pergala Tecrîdê bi awayekî magazînî bê nîqaşkirin.

“Ya divê bê kirin ew e ku derfeta hevdîtînê bi lez û bez bê çêkirin”

Buroya hiqûqê di daxuyaniyê de îşaret bi nîqaşên tên kirin kir û ev tişt anî ziman: Di pêvajoya hilbijartinê de navendên siyasî, di ser ocalan re ketine pêşbaziya propagandayê

Em ji tevahiya civakê re dibêjin ku şert û mercên tecrîda girankirî didomin û ev nîqaş bêyî haya Ocalan jê hebe tên kirin.

Ya ku divê bê kirin ew e ku demildest Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em yeqîn dikin her kes vê hesasiyetê esas bigire

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dawî dawiyê de ji her kesê xwest ku vê hesasiyetê esas bigire û li wê gorê tevbigere.

Back to top button