Serokwezîra Skotlandê Sturgeon îstifa kir

Serokwezîrê Hikûmeta Herêmî ya Skotlandê Nicola Sturgeon îstifa xwe ragihand û got:
Ez dizanim ji bo welatê min dema rast hatiye.

Serokwezîra Skotlandê ya herî demdirêj li ser deshilatê mayî têkildarî mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got:

“Ez di hiş û dilê xwe de dizanim ku dem hatiye, dema rast ji bo min, ji bo partiya min û ji bo welat hatiye.

Ez bi vê yekê niyeta xwe ya ji serokwezîr û serokê partiya xwe îstifa bikim ji were radigihînim.”

Sturgeon: Ez dizanim ji bo welatê min dema rast hatiye

Sturgeon a 8 salan rêbertiya hikûmet û Partiya Neteweyî ya Skotlandê kir, li ser qanûna ku di belgeyên fermî de pêvajoya veguhertina zayendê hêsan dike, bi mehan rastî nîqaşan hat.

Sturgeon di pêvajoya vîrûsa Covid-19 de, xeyalên welatiyên xwe yên ji bo serxwebûnê careke din xist rojeva welat.

Skotland beşek Brîtanya.

Lê tevî Îrlandaya Bakur û Wales ê xwedî nîv rêveberiya xwecihî ye.

Sturgeon piştî referandûma serxwebûnê ya ku 2014’an bi ser neket, posta Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê ji Alex Salmond girt.

Back to top button