Talîban: Eê di hikumetê de guhertin û reform pêk bê

Bi mijara Efxanistanê li paytexta Rûsya Moskowa kongeransek hate lidarxistin.
Di civînê de, nûnerên 10 welatan amade bûn.
Nûnerê Talîban ragihand ku wê li welat reform pêk werin û di hikumetê de guhertin pêk werin.
Talîbanê careke din îdia kir ku hikumeta heyî demkî ye.
Her wiha Wezareta Karên Hundirîn ya Talîbanê jî got, mafê tevahî Efxanan ya girtina pasaportan heye.

Doh li paytexta Rûsya Moskowa ji bo Efxanistanê civînek hate lidarxistin.

Di civîna ku nûnerên Talîbanê jî beşdar bûn de, li ser rewşa siyasî û kesên ji bo rêveberiya hikumeta nû hatine destnîşankirin jî axaftin hate kirin.

Di civîna bi pêşengtiya Rûsya, DYA, Çîn û Pakistanê de, nûnerên Hindistan, Îran, Kazekîstan, Tacekîstan, Tirkmenîstan û Ozbekîstan amade bûn.

Nûnerên Talîban li ser rewşa li welat agahî dan.

Nûnerên Talîbanê bi erênî nêzî banga avakirina hikumetek berfireh li Efxanistanê bûn û diyar kirin ku ew ê di vî warî de gavan bavêjin.

Wê di hikumetê de, guhertinên nû û piştre jî reform pêk werin.

Weke ku me berê jî gotibû, ev hikumetek demkî ye û wê reformên nû bêne kirin.”

Serokê şandeya Talîban û di heman demê de, Wekîlê Cîgirê Serokwezîrê Efxanistanê Ebdulselam Hanefî ku bi eslê xwe Ozbekî ye got,

Tevahî nûnerê welatên beşdarî civînê bûne, piştevaniya danûstandinên li gel hikumeta Efxanistanê dikin.

Civîn di nava atmosfê reke erênî de derbas bû.

Talîban: Heta niha ti biryar nehatiye dayîn

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî ragihand ku wê 27’ê Cotmehê bi mijara Efxanistnaê li paytext Tahran konferansekê lidar bixin.

Nûnerê şandeya Talîban Hanefî li ser pirsa hûnê beşdar bibin jî got,

Hîna dem heye.

Hikumetê heta niha têkildarî kî wê beşdarî civînê bibe ti biryar nedaye.

Talîban: Mafê tevahî Efxanan ya girtina pasaportan heye

Li aliyekî din, ji ber deshilata Talîbanê li welat, revek zêde heye.

Kesên ku li nava sînorên welat de asî mayî dixwazin bi rêya pasaportan ji welat birevin.

Berpirsên Talîbanê her çiqasî dibêjin pêwist nake kes welat biterikîne û bitirse jî lê bihezaran kes li ser rêne.

Wekîlê Rêveberê Giştî yê Wezîreta Karê Hindirîn ji Karê Pasaportan berpirs Alem Gul Heqqanî li ser mijarê ji BBC re axivî.

Heqqanî got,

Rojane, nêzî 4 heta 4 hezar û 500 pasaport têne dayîn.

Heta niha jî bi giştî nêzî 46 hezar pasaport hatine dayîn.

Rêveberên hikumeta nû ya Talîbanê ragihand ku mafê her kesî yê girtina pasaportan heye.

Back to top button