Balafireke bêmirov a dewleta Tirk careke din li bajarê Kobanê erebeyeke sivîlan bombebaran kir.
Bombebaran doh piştî nîvro saet derdora 15:20’an li dijî erebeyeke sivîl li pêşiya Meclisa Edaletê ya li taxa Kobanê ya Nû, pêk hat.
Hat diyarkirin di encama êrişê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne;
Zarokê bi navê Elî Lutfî Mihemed (16),
Hevserokê Meclisa Edaletê ya Kobanê Bekir Ceradê (49) û Elî Reşad Misto (19) Hamza Mahmud Hamza û Fîras Ebdilqedir Mezê.
Ji ber birînên Hamza Mahmud Hamza û Fîras Ebdilqedir Mezê giran bûn jiyana xwe dest da.



