Rojnamevan Fehîm Taştekîn: Tirkiyê dijî destkeftiyên Kurdan xitim ye

Rojnameger Fehîm Taştekîn diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyê ya li dijî destkeftiyên kurdan xitimî ye û got: Hikûmeta AKP’ê ji bo ku beriya hilbijartinê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, li pey firsendan e.

Rojnameger Fehîm Taştekîn têkildarî geşedanên dawî ji ajansa mezopotamya re axivî û anî ziman ku politikayên Tirkiyê yên li dijî destkefiyên Kurdan xitimîn e.

Fehîm Taştekîn: Êrîşeke Muhtemel li ser Bakur û Rojhilatê Surîyê heye

Taştekîn, da zanîn ku Sûriyê di hevdîtinan de daxwaz ji Tirkiyê kir ku leşkerên xwe vekişîne û alîkariyê bi komên çekdar re bi dawî bike.

Tirkiyê jî israr kir ku bêyî van şertan li ser maseyê rûne. Lewma jî hevdîtin her tim hatin taloqkirin.

Rûsya jî domkirina van hevdîtinan weke serkeftinekê nîşan dide.

Taştekîn diyar kir ku hewldan hene, Enqere û Şam Mutabaqata Edeneyê hinek nûjen bikin.

Fehîm Taştekîn: Amerîka û Rusyayê ji bo êrîşekî destur nedaye Tirkiyê

Rojnamevan Fehîm Taştekîn dawiyê ev tişt got: Îktîdar, ji bo êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike li pey firsendan e.

Amerîka û Rûsyayê ji bo êrişekê, destûr nedaye. Lewma heta niha êriş nekirin.

Lê ne diyar e, dê Erdogan di hilbijartinê de çi stratejiyê bi kar bîne.

Back to top button