QSD: Hêzên me bersiv da êrîşa li dijî Koalîsyonê a li Dêra Zorê

Navenda Ragihandinê ya QSD ragihand ku hêzên wan bersiv da êrîşa mûşekî ya li dijî hêzên Koalîsyona Navdewletî yên li Dêra Zorê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD derbarê mijarê îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî wşand, tê de wiha got:

10’ê Nîsanê, hêzên me bersiv da mûşeka 107 mm a ku pê hêzên Koalîsyonê li rojhilatê Dêrazorê hatibûn armanckirin.

Di êrişan de tu windahî di nava hêzên Koalîsyonê de çênebûn û tu zirar negihîşt alav û deverên lê dimînin.

Êrişên bi vî rengî jiyana gel, hêz û hevalbendên me yên Koalîsyonê dixe xetereyê û ewlehiya herêmê xira dike.

Navenda Ragihandinê ya QSD dawiyê got:

Em ê ji bo parastina ewlehî û îstiqrarê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên hevbeş ên bi hêzên Koalîsyonê re bidomînin.

Back to top button