Faşîstan êrişî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk kirin

Hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên Tirkiyê, rojeva sereke ya welat e.
Gefên şefê rejîma faşîst a Tirkiyê Erdogan nîjadperestên xwe li pêşberî demokratan sor dike.
Faşîstan êrişî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a kesek yên li Enqere û Îzmîrê kirin.
Di vê navberê de Desteya Hilbijartinê ya Bilind YSK’ê dema hilbijartina li derveyî Tirkiyê eşkere kir.

Li Tirkiyê textê rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê diheje.

Bi nêzbûna dema hilbijartinê re, demokrat xebatên xwe berfireh kirine.

Kes ango kesên nasnameya wan nediyar êrişî buroyên hilbijartinê yên Patiya Çepên Kesk ên li Enqere û Îzmîrê kirin.

Li gorî agahiyên ku wezîfedarên buroyê yên Enqerê dan; pêr alên Partiya Çep a Kesk hatine jêkirin û ala tirk li hemberî buroyê hatiye daliqandin.

Her wiha li dijî buroya hilbijartinê ya li navçeya Menemenê ya Îzmîrê jî êriş pêk hat.

Du êrişkaran kêliya êrişa li dijî buroyê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve kirin.

Rêveberên partiyê diyar kirin ku ew ê derbarê her du êrişkaran de jî bilî bikin.

YSK’ê dema dengdana li derveyî welat eşkere kir

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand ku ji bo hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14’ê Gulanê wê li derveyî welat di 27’ê Nîsanê de dengdan destpê bike.

Li gorî bernameya dengdanê ya ku ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hate eşkerekirin, dengdana li 177 nûnertiyên li 74 welatan, wê di 27’ê Nîsanê de destpê bike û heta 9’ê Gulanê dewam bike.

Dengdana li nûnertiyên derve wê di navbera demên diyarkirî de nava hefteyê û dawiya hefteyê de, bi dema herêmî saet di navbera 09:00 û 21:00 de pêk were.

Dengdêr wê li yek ji nûnertiyên hatine diyarkirin yan jî li sindoqeke dengdanê, li deriyê gumrukê karibin dengê xwe bidin.

Ger hilbijartinên serokomariyê ji tûra duyemîn re bimîne, hilbijêr wê di navbera 20-24’ê Gulanê de deng bidin.

Partiya Çep a Kesek li ser rêbaza parastina sindoqan kar dike

26 partiyên siyasî ji bo hilbijartinên Parlamenteriyê û Serokomariyê yên di 14’ê Gulanê de pêk werin lîsteyên namzetên xwe pêşkeşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin.

Partiyên siyasî ji niha ve têkildarî ewlehiya hilbijartinê ketin nava liv û tevgerê.

Partiya Çepên Kesk jî têkildarî ewlehiya hilbijartinê ku di serê mijarên herî zêde tên nîqaşkirin tê, xebatên xwe lezandin.

Li Amedê namzetên Partiya Çep a Kesek bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Li Amedê jî namzetên Partiya Çep a Kesek jî bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Namzetên li nava bajar geriyayîn rastî eleqeyeke mezin hatin.

Pêşwazîkirin veguherîn şahiyê.

Back to top button