Zextên li ser Kurdên Îngilîstanê hate şermezarkirin

Rêveberên Navenda Civaka Kurd a Londonê-KCC’ li dijî polîtîkayên qedexekirina gelê Kurd doz li polîsên Îngilîz vekirin. Yekitiya Hêzê ya Demokratîk jî li dijî êrîşên polîsan çalakiyek li dar xistin.

Di 26’ê Mijdarê de li Navenda Civaka Kurd a Londonê (KCC) bi şahiyek bi heybet Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Ew roj polîsên Îngîlîz li ser navenda kurdan de girtin

Li hemberî berxwedana Kurdan polîsên Îngilîz neçar man ku ji avahiya KCC’yê paş de vekişin.

Rêveberên KCC’yê li dijî serdegirtina polîsan serî li darazê da.

Li aliyê din jî Yekitiya Hêzê ya Demokratîk li dijî êrîşên polîsan çalakî li dar xistin. Komeleyên Kurdan, şoreşger, sosyalîst û herêmî tevlî çalakiyê bûn û gotin:

“Dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan berdin.”

Li aliyê din helwesta polîsên Îngilîz bi daxuyaniyên komeleyên Kurd, Elewî, çep, sosyalîst û herêmî yên li bajêr hate şermezarkirin .

Back to top button