Ji ber şerê navbera komên Filistînî û Îsraîlê 13 jê zarok 49 kes mirin

Aloziya li navbera Filistîn û Îsraîlê kur dibe û bîlançoya qurbaniyan jî zêde dibe.
Ji ber şerê navbera komên Filistînî û Îsraîlê 13 jê zarok 49 kes mirin.
Her wiha zêdeyî 260 kes jî birîndar bûn.
Cîhan bêdenge û tenê li ser mijarê fikarên wan hene.!

Li nava Filistînê aloziya ku ji 7’ê Gulanê ve despêkirî her ku diçe dijwartir dibe.

Bi tarîbûna şevê re li welat dengê guleyan kêm nabe.

Tarîbûna heyî bi mûşek û teqînan cihê xwe ji ronahiyê re dihêle.

Hêzên hewayî yên Îsraîlê li dijî avahiyeke 13 qat êrîş pêk anî.

Hemas û Cîhata Îslamî jî paytexta Îsraîl Til Evîv bi zêdeyî 1000 mûşekî kir hedef.

Li Rojhilatê Qudisê dema ku artêşa Îsraîlê bi zorê malbatên Filistînî ji malên wan derdixist û heta niha şeva herî bixwîn derbas bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Xeza ragihand ku 13 jê zarok 43 kes mirine.

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku 6 Îsraîlî mirine.

Jimara birîndaran bi awayekî giştî jî 269 derbas kir.

Konseya Ewlekariya NY hişyariya wê yekê da ku ev êrîş dibe veguhere şerekî giştî.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres fikarên xwe yên li ser zêdebûna tundiya li herêmê anî ziman.

Piraniya mûşekên ku ji Xeza ber bi Îsraîlê ve hatî avêtin hîna li hewa hatin teqandin.

Mûşekên ku Sîstema Parastina Hewayî ya bi navê Kubeya Hesin derbas kirin jî li bajarê Aşkelonê ketin.

Ev yek jî bû sedema mirina 2 kesan.

Îsraîlê piştî êrîşa despêkê ya ji Xezayê 150 deverên wê kiribû armanc.

Serokwezîrê Îsraîl Binyamin Netanyahu li dijî êrîşa li ser paytext Tel Evîvê ku ji aliyê Hemasê ve pêk hatî gef xwaribû û gotibû wê berdêlên giran bidin.

Netenyahu beriya niha jî ev yek weke derbaskirina xeta sor pênase kiribû.

Her wiha rêveberên Îsraîlê ji ber xwepêşandanên li bajarê Lod rewşa awerte ragihand.

Îran ji Qahîre û Ammanê xwest helwest nîşan bide

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji ber bêdengiya Misir û Urdinê ya li ser êrîşên Îsraîl li dijî Filistîniyan bertek nîşan da.

Rûhanî ji Qahîrê xwest ku li dijî rewşa heyî dengê xwe derxîne.

Back to top button