Li Pakistanê ala Îsraîl hate şewitandin

Ji ber êrîşên Îsraîl yên li ser deverên pîroz yên li Qudisê, ji qada civakî ya cihanê bertek derdikevin.
Li welatên Ewropa, Asya û Amerîka xwepêşandan hatin lidaxistin.
Di xwepêşandanan de daxwaza rawesdandina êrîşan hate kirin.

Li dijî êrîşên Îsraîl yên li ser Filistîniyan, ji nava cihanê jî bertek derket.

Li Pakistanê, li dijî êrîşên Îsraîl yên li ser Filistîniyan xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin.

Di xwepêşandana li bajarê Karacî hate li darxistin de, bisedan kom bûn.

Despêkê alên DYA, Îsraîl, Hindistan û Fransa li erdê hatin danîn û piştre jî hatin şewitandin.

Li Enqere alîgirên Filistînê çalakî pêk anîn

Li paytexta Tirkiye Enqerê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi sedan alîgirên Filistînê kom bûn û ji ber pevçûnên li welat, Îsraîl tewambar kirin.

Despêkê meşeke kin hate lidarxistin û piştre jî li dijî Îsraîlê axaftin hatin kirin.

Li Londonê peyama Filistîna serbixwe hate dayîn

Li Ingilistanê jî alên Filistînê hatin bilindkirin.

Di çalakiya li paytext Londonê hate lidaxistin de bi sedan alîgirên Filistînê amade bûn.

Li wir li dijî êrîşên Îsraîlê hêrs di asta herî jor de bû.

Tevî astengiyên polîsan jî xwepêşandêr meşiyan û li dijî Îsraîlê silogan gotin.

Li Waşîngtonê tevî endamên Kongresê bi sedan kes kom bûn

Li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî xwepêşandanek hate lidarxistin.

Di xwepêşandanê de endamên Kongreya Amerîk a jî hebûn.

Endama Kongresê Michigan Rashida Tlaib û Indiana Andre Carson jî cihê xwe di nava sedan xwepêşandêran de girt.

Li Ney York City hêrsa zêde ya li dijî Îsraîlê derket pêş

Li bajarê New York City ji piştevaniya bi Filsitînê re hebû.

Dema komeke ciwanên Îsraîlî xwestin çalakiyê proveke bikin, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Li dijî vê hewildana piştevaniya bi Îsraîlê re, çalakgerên Filistînî bertek nîşan dan.

Li qadê demek kin jî be alozî zêde bû.

Back to top button