Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Li Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî jî bi daxuyaniyekê eşkera kir ku li rojhilatê Eyn Îsayê 7 çete hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ya têkildarî êrişa li dijî gundê Sigêro yê rojhilatê Eyn Îsayê weşand.

Di daxuyaniyê de meclisê ev agahî parve kirin:

“Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibê, êriş bir ser gundê Sigêro yê rojhilatê Eyn Îsayê.

Hêzên me bersiv dan êrişan û li wir 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin çeteyên din jî paşde vekişiyan.

Piştre çeteyên ku ji bo alikariyê dihatin cihê êrişê, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin.

Li wir jî 2 çete hatin kuştin û 7 din birîndar bûn.

Di encama bersivdayîna hêzên me de bi giştî 7 çete hatin kuştin û 7 din jî birîndar bûn e.”

Dewleta Tirk êrişî gundên Til Temir û Zirganê kir

Back to top button