Di encama bombebarana li Qamişlo de 2 welatî şehîd 3 jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek, li gundewarên Qamişlo yê Rojhilat erebeyek bombebaran kir.

Îro di seatên ber êvarê de, dewleta Tirk bi balafirên bê mirov ên bi çek li ser riya gundê Sêgirka yê rojhilatî Qamişlo, erebeyeke welatiyan bombe baran kir.

Di encama bombebaranê de agir bi erebeyê ket û welatiyên derûdorê xwe gihandin cihê bûyerê da ku agir vemrînin.

Li gorî agahiyan, 2 welatî şehîd bûn û 3 welatî jî birîndar bûne.

Back to top button