Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê çalakiyên xwe dewam dikin. Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla dest bi meşa dirêj ya ji bajarê Qamişlo heta Dêrikê kir. Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û şêniyên Tebqayê jî bang li civaka navnetewî kirin ku li dijî gef û êrişên li ser herêmê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.
Li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser başûr û rojavayê Kurdistanê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe hêrs û nerazîbûnên xwe nîşan didin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan dest bi meşa dirêj ya 3 rojan kirin.
Ciwan ji hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo li pêşiya Çerxeriya Osman Seberî kom bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin armanc ji van êrişan têkbirina tevgera azadiyê û berxwedana gel e.
Di dawiya daxuyaniyê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla û têkbirina dagirkeran ciwanan banga serferberiyê kir.
Ciwan wê îro danê êvarê heta navçeya Tirbespiyê bimeşin.
Meşa dirêj a ciwanan dê di roja 3’yan de li navçeya Dêrikê bi dawî bibe.
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê gefên dagirkeriya Tirk a li ser herêmê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku desthilata Tirk li hindirê Tirkiyê aloziyeke siyasî û aborî dijî, lewma bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê dixwaze rojevê biguherîne.
RêveberiyaXweser a Herêma Firatê diyar kir armanca dagirkeriya Tirk ji êrişan dûrxisitna şêniyên herêmê yên resen û bicihkirina çeteyên terorîst li şûna wan e.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî hate kirin ku li dijî gefên dagirkeriyê bi berpirsiayriyên xwe rabin û rê li pêşiya êrişan bigirin.
Şêniyên Tepqayê li dijî gef û êrişên dagirkeriyê daketin kolanan
Şêniyên bajarê Tebqayê jî bi pêşengtiya Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê meşiyan
Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de gef û êrişên dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin û bang li civaka navnetewî û hêzên garantor hate kirin li dijî van êrişan bi berpirsyariyên xwe rabin.