Meclisa Leşkerî ya Til Temir: Di êrîşa dewleta Tirk ya hewayî de 4 hevalên me şehîd bûn

Piştî vê hevdîtinê dewleta Tirk navenda meclisa Til Temirê bi êrîşeke hewayî kir armanc.

Derbarê vê êrîşa hewayî de Meclisa Leşkerî ya Til Temirê daxuyaniyek da û ragihand ku di vê êrîşê de 4 rêhevalên wan şehîd bûn e.

Meclisê da zanîn doh di saet 18’an de, di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk 4 heval şehîd bûn, her wiha brîndar jî hene. Meclisê diyar kir ku ewê pişt re nasnameyên şehîdan eşkere bikin.

Meclisa Leşkerî diyar kir ku ev hefteyeke dewleta dagirker tevî çeteyên xwe wextekê de ku hêzên Meclisa Leşkerî di rewşa agirbestê de ne, êrîşan tîne li ser Til Temir û gundewarên wê.

Meclisa Leşkerî eşkere kir di encama bombebarana dewleta Tirk ya li ser gundê Tewîla ku dikeve rojavayê Til Temir, jina bi navê Nede Dexam Mesîx û zaroka wê jiyana xwe ji dest dan û 16 welatî ku piraniya wan zarok in brîndar bûn.

Back to top button