Di salvegera komployê de tevgerên PDK û Tirkiyê

Dîroka serdanên rayedarên Tirk li başûrê Kurdistanê hin pirs û gumanan ava dike.
Di nava du mehan de rêzehevdîtinên dagirkeriya Tirkiyê bi Barzaniyan re çêdibin.
Di salvegera Komploya Navnetewî de ev serdanên zêde, hevdîtinên Barzanî ya salên 92 bibîr tîne.

Di salvegera Komploya Navnetewî de tevgerên PDK’ê bi dewleta Tirk re zêde dibin.

Di nava du mehan de Hakan Fîdan, Îbrahîm Kalin û Yaşar Guler û Fermandarê artêşê bi rêveberên PDK’ê re rêze hevdîtin pêk anîn.

Ev rêzehevdîtinan gelek pirs bi xwe re tîne.

Gelo di salvegera Komploya Navnetewî de rêzehevdîtinan tê çi wateyê?

Tişta ber bi çav dewleta dagirker ku di şerê li dijî gerîlayan de xitimiye û windahiyên mezin dide

û hewl dide dewleta Iraqê jî bike şirîkê xwe yên êrişên nû.

Ev yek hevdîtinên sala 1992’yan bibîr tîne ku Mesûd Barzanî ji dewleta Tirk re hin sozan dabû.

Di 21’ê Sibata 1992’yan de Mesûd Barzanî çûbû serdana Enqereyê.

Ji bilî Barzanî kesayetên bibandor ên PDK’ê Mûhsîn Dizeyî, Fazil Mîranî û Hoşyar Zêbarî di serdanê de cih girt.

Mesûd Barzanî û rayedarên PDK’ê bi serokkomarê wê demê yê Tirk Turgut Ozal, serokwezîr Suleyman Demîrel û wezîrê karên derve Hîkmet Çetîn re rûniştin

Sozdayîna Barzanî ji dewleta Tirk re

Hin nûçeyên di çapemeniya Tirk de destnîşan kir ku Mesûd Barzanî di hevdîtinên sala 1992’yan de soz daye rayedarên Tirk.

Di nûçeyê de li ser axaftinên şêwirmendê polîtîkaya derve û berdevk Kaya Toperî ku Mesûd Barzanî anîbû û bi Ozal re hevdîtin kiribû û di heman demê de beşdarî hevdîtinan bû, agahiyên girîng hatin dayîn.

Li gorî nûçeyê, Barzanî ji Ozal re gotiye, “Ez ji fermanên we re amade me.”

Toperî têkildarî wê wiha dibêje:

“Barzanî soz da ku li dijî PKK’ê şer bike.

Barzanî di serdanên xwe yên wê demê de nexşeya kampên PKK’ê yên li bakurê Iraqê jî ji me re anî.

Heta ji me re got ew dixwazin Bakurê Iraqê bi Tirkiyê ve girê bidin.”

Back to top button