Dewleta Tirk a dagirker li Bakûrê Kurdistanê îro jî bi operasyonên qirkirina siyasî dest bi rojê kir.
Di operasyonê de tevî Hevserokên jin ên şaredariyên HDP yên navçeyên Dêrik, Şemrex, Stewrê û Pirsûsê herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.
Dewleta Tirk a dagirker ku li pey hev şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan-HDP dagir dike vê carê jî navçeyên Mêrdînê û Rihayê hedef girt.
Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ên Pirsûsê yê HDP hatin binçavkirin.
Polîsên dewleta Tirk avahiyên şaredariyan jî dorpêç kirin.
Her wiha xebatkarên şaredariya Dêrikê Muslîme Ozbahçecî, Hediye Guneş, Bûrhan Temel û Feyzûllah Erol jî hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de heta niha bi sedan rêveber û hevşaredarên HDP hatine girtin û 20 şaredarî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.