Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bê navber didomin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di encama çalakiyeke tolhildanê de li bajarê Raî û Ezazê 4 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên tolhildanê ragihand.
Li gorî daxuyaniya HRE’yê;
13`ê Mijdarê Hêzên Rizgariyê li herêma Efrînê di navbera bajarê Raî û Ezazê de li dijî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker kemîn danîn.
Di encama ve çalakiyê de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
4`ê Mijdarê jî Hêzên Rizgariyê li navçeya Mabata ya Efrînê li dijî çeteyên koma bi navê Şuhede Bedir çalakî lidarxistin û bi bandor li çeteyan xistin.
Di vê çalakiyê de jî herî kêm 2 çete hatin kuştin.










