Berdan Ozturk: Birêz Ocalan her tim bû dengê wekhevî, azadî û aştiyê

Li Bakurê Kudistanê û Tirkiyê coş û kelcana ji bo 14’ê Gulanê zêde dibe.
Gelek mîtîng û çalakî pêk tên.
Di Mîtînga li Edeneyê de peyama serkeftinê derket pêş.
Li çalakiya Stenbolê de jî di bin dirûşma “guherîn wê bi ciwanan bibe” şahiyek pêk hat.

Li Bakurê Kusditanê ûTirkiyê bi nêzbûna Hilbijarinan re Partiya Çepên Kesk lezê dide xebatên xwe.

Partiyê li Edeneyê bi beşdariya bi deh hezaran kesî mîtîngek lidar xist.

Li qada mîtîngê pankartên “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” hatin daliqandin.

Li qadê dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Heq, hiqûq, edalet” hatin berzkirin.

Li vir Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî.

Berdan Ozturkbal kişand tecrîda li dijî Rêber Apo û got:

“Ji sala 2015’an ve tecrîd tê pêkanîn. Biryarek dan û tecrîdê pêk tînin.

Dixwazin kurdan bê vîn bihêlin.

Kesên ku niha dibêjin em ê we biqedînin, ew bi xwe qediyan.

Ev hilbijartin jî wê bibe hilbijartina qedandina wan.”

Pervîn Bûldan: Di tûra ewil de wê Partiya Çepên Kesk biçe meclîsê

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û ev yek anî ziman:

“Ev kar wê di tûra ewil de bi dawî bibe, wê ji tûra duduyan re nemîne.

Di tûra ewil de wê Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke xurt biçe meclisê.

Tirkiye divê di tûra ewil de AKP’ê bike partiya tabelayê û paşê jî faşîzmê bişîne.”

Ciwanên Partiya Çepên Kesk li Stenbolê şahî lidar xistin

Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Stenbolê xwest şahiyekê lidar bixe.

Lê ji ber astengiya polîsan ciwan li navçeyeke Stenbolê hatin li gel hev û şahî pêk anîn.

Esengul Demîr: Armanca me 100 parlamenter bidestxistin e

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr jî têkildarî Hilbijarinan axivî..

Esengul Demîr anî ziman ku weke HDK bi xurtî piştgiriyê didin karên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk û wiha got:

“Stenbol jî di nav de li hemû herêmên Tirkiyeyê, hevalên me belav bûne.

Armanca bidestxistina 100 wekîlî xeyal nîne, armanceke pêkan e.”

Back to top button