Rêveberiya Sêmalkayê: Ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê, roja Yekşemê ya herî dawî ye

Rêveberiya dergeha Sêmalka ragihand ku kesên ku nasnameya Iraqê pê re hene, heta 6’ê Îlonê dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Rêveberiyê di giştînameyê ku îro li ser malpera xwe yê Facebookê belav kirî de wiha gotiye:

“Bi hevkariya bi rêveberiya deriyê Fîş Xabûr a Başûrê Kurdistanê re, 6’ê Îlonê, ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê, wek roja herî dawî ji kesên ku nasnameyên Iraqî pê re hene hatiye diyarkirin.”

Her wiha rêveberiyê da zanîn jî, ji bo derbasbûna ji kesên ku roja 7’ê Îlonê hatibû diyarkirin, divê roja 6’ê Îlonê berê xwe bidin dergehê, ji ber ew roj a dawiyê ye.

Back to top button