Erdogan: Ez ji vekîşîna Muharem Înce xemgîn bûm

Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce xwe ji namzetiya serokkomariyê vekişand.
Erdogan diyar kir ku ew ji ber vekişîna Muharem Înce xemgîn bûye.
Kilicdaroglu jî bang li Înce kir ku vegere li ser sifreya Xelîl Îbrahîm .
Kilicdaroglu diyar kir ku di pişt vê kasetê de Rûsya heye.

Piştî daxuyaniya Muharem Înce ji aliyê desthilat û muxaleftê pey hev nirxandin hate kirin.

Erdogan di mîtîngekî de derbarê mijarê de axivî û got:

Bi rastî ez xemgîn bûm. xwezî vê pêşbaziya xwe heta dawî bibira. Lê emê ji hineke din re bimeşin”

Serokê partiya CHP’ê Kemal Kiliçaroglu jî li ser hesabê xwe yê twîtterê peyam parvekir.

Kilicdaroglu: Li pişt vê kasetê de Rûsya heye

Kilicdaroglu di parvekirina xwe ya twitterê de diyar kir ku banga wî hîn jî derbasdar e û got:

“Were em xeyîdîn û aciziyên xwe yên kevin bidin aliyekî li ser sifreya xelîl îbrahîm bi hev re bicivin. Bila keremke were”

Kilicdaroglu piştî çend saetan carekedin li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku li pişt Kasêta Muharem Îce Rûsya heye û:

“Dostame yên Hêja yên Rûs.

Li pişt van kaset, hesabên Deep Fake, xefik û montajan hûn hene.

Ger hûn dixwazin piştî 15’ê Gulanê dostaniya me bidome, destê xwe li welatê Tirkiyê vekişînin.

Em hîn jî alîgirê dostaniyên û hevkariyê ne.”

Hêjayê bibîrxistineye ku Serokê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn bi awayeke eşkere di hilbijartinan de piştgiriya xwe ya bi Erdogan re ragihandibû.

Her wiha beriya niha hatibû îdakirin ku Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylu ji bo destwerdana Hilbijartinên komek sîper yên Rûsî re lihevkiriye.

Li gor raya giştî a Tirkiyê hilbijêrên ku dengê xwe didan Muharem Înce wê dengê wan perçe bibe.

Back to top button