Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce xwe ji namzetiya serokkomariyê vekişand.
Serokê Giştî yê Partiya Memleket û namzetê serokkomariyê Muharrem Înce li pêşiya Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da.
Înce têkildarî namzetiya xwe wiha got:
“Ez vê yekê ji bo welatê xwe dikim. Min hewl da rêyeke din vekim.
Dema winda kirin bila sûcê xwe nexin stûyê min û tu hincetên wan nemînin.
Nexwe dê di sibeha hilbijartinê de hemû sûcê xwe biavêjin stûyê me.
Ez xwe ji namzetiya serokkomartiyê vedikişînim.”
Hêjayî gotinyê Muharrem Înce di van hefteyên dawî de navê wî di gelek skandalan de derbas bû.
Derbarê wî de gelek gotegot ên wekî hevkariya bi Erdogan re û têkiliyên xerab ên bi jinan re derketin holê.



