Jineke ciwan li Efrînê hate revandin

Çeteyan li Efrîn Destdirêjî li zarokek 14 salî kirin, êşkence li Êzîdiyekî hate kirin û ji bo guhertina demografiya herêma Efrîn avakirina mêtingehan didomin.

ANHA’ê her wiha ragihand ku çeteyan piştî vê bûyerê jina ciwan a 20 salî ya bi navê Ruqeya Fêsal revandin.

Hate diyarkirin ji ber ku Ruqeya red kir bi çeteyekî dewleta Tirk re bizewice hate revandin û heya niha aqûbeta wê nediyar e.

Li Efrînê Mîrza Dawûd ê Êzîdî hate êşkencekirin

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand hin kesên ku ji aliyê çeteyan ve li Efrînê hatine bicihkirin êşkence li welatiyê Êzîdî yê bi navê Mîrza Dawûd kirin.

Torê diyar kir tevî ku çeteyan dît Mîrza Dawûd bê ku sûc kiribe tê êşkencekirin, lê tu helwest nîşan nedan.

Ev kiryar jî, ji ber kîna wan a li hember civaka Êzîdî derket holê.

Du welatiyên Kurd li hember dayîna fidyeyê hatin berdan

Li aliyê din çeteyên ku welatiyan direvînin heta ku fidye negirin wan bernadin.

Efrîn POST da zanîn ku çeteyên bi navê Polîsên Sivîl du welatiyên Kurd ên hatibûn revandin piştî dayîna fidyeyê hatin berdan.

Welatiyê bi navê Necdet Elo yê ji xelkê Racoyê piştî 4 hezar dolar fidye da, hate berdan.

Mihemed Elî jî, li hember dayîna 400 dolarî hate berdan.

Avakirina mêtingeha li Rifetiyê ya Cindirêsê didome

Yek ji gavên guhertina demografiya herêma Efrîn jî, avakirina mêtingehan e.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê Rêxistina Ecnadîn Elfilistîniya Elixwaniya avakirina mêtingeha li herêma Rifeatiyê ya li Cindirêsê dewam dike.

Torê diyar kir ku ev mêtingeh ji 4. 1. 2023 ve bi desteka çeteyên Ehrar Elşerqiyê ve tê avakirin.

Torê da zanîn erdê ku mêtingeh li ser tê avakirin jî, milkê welatiyên bi navê Hesen Mecîd Mihemed û Emîn Mûrad Mihemed e.

Nêzî 280 darên li ser erd hebûn jî, bi temamî hatin birîn.

Back to top button